Li Qersê di bûyereke tirafîkê de 12 kes birîndar bûn

Li navçeya Dugorê ser bi parezgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev ketin û di encamê de 3 jê zarok 12 kes birîndar bûn.
24.06.2023, Cts - 18:04
Li Qersê di bûyereke tirafîkê de 12 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, 24ê Hezîranê 2023ê li ser rêya nêzîkî gundê Halikişlak a ser bi navçeya Dugor a Qersê du otomobîl li hev qelibîne û yek ji otomobîlan wergeriyaye û di encamê de 12 kes birîndar bûne ku 3ê ji wan zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, cendirme û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

12 kesên ku birîndarbûne ku 3 ji wan zarokin bo nexweşxaneyên Îdirê û Qersê hatine veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:31:20