Li Qersê malbat li ser çêrandina pez pev çûn: Kuştiyek, 6 birîndar

Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du malbatan de kesek hat kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.
27.08.2024, Sal - 10:22
Li Qersê malbat li ser çêrandina pez pev çûn: Kuştiyek, 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gundê Qizilokuzê yê Qaxizmanê du malbat ji ber çêrandina pez bi dar û ber û çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesên bi navê Engin Bozyel, Hayrettin Yarimdag, Omer Yarimdag, Burhan Yarimdag, Emrah Yarimdag, Şener Yarimdag û Abubekir Altay birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Abukeri Altayê ku bi çekê birîndar bûbû bir Nexweşxaneya Dewleyê ya Qaxizmanê.

Abukeri Altay li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê birîndarên din jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê û Nexweşxaneya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê.

Li aliyê din, cendirmeyan li gund û polîsan jî li nexweşxaneyan tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtin.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran xebat da destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:47