Li Qersê pîkab û minîbus li hev qelibîn: 5 birîndar

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê pîkab û minîbus li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
16.07.2023, Paz - 17:48
Li Qersê pîkab û minîbus li hev qelibîn: 5 birîndar
Nuçe Belav bike

Pîkaba bi plaqeya 06 CET O36 ku F.O. diajot û minîbusa bi plaqeya 38 EE 876 ku E.T. diajot li ser Caddeya Hakim Ali Riza Aslan li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Tendirusitya Bilez a 112ê, polîs û bû cihê bûyerê re hatin şandin.

Di qezayê de ligel şofêran Ç.C, D.P.O, V.Ç. ên di nava pîkab û minîbûsên de birîndar bûn.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepana Tendirustiyê ya Zanîngeha Kafkasê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:01