Li Qersê şerê malbatan: 1 kuştî, 2 birîndar

Li navçeya Selîmê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatan ji ber parvekirineke tora civakî şerê hev kirin û di encam de kesek hat kuştin û du kes birîndar bûn.
28.11.2022, Pts - 08:24
Li Qersê şerê malbatan: 1 kuştî, 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gundê Axyerê yê Selîmê, welatiyê bi navê O.D. vîdeoyeke jinekê kişand û li ser tora civakî bi nivîsa “min bibîne” parve kir. Malbata wê jinê nerazîbûn nîşanî O.D. dan û di navbera wan de nîqaş derket.

Di encamê de her du aliyan bi kêran li hev dan û O.D., U.D. û O.K. birîndar bûn. Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên tendirustiyê û cendirme bo gund hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Selîmê hatin veguhestin û piştî midaxeleya destpêkê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê hatin şandin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê O.D. canê xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:15