Li Qersê û Agirî baran barî û lehî rabû

Li parêzgehên Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê şevê din baraneke zêde barî, ji ber wê jî lehî rabû, rê hatin girtin û av ket nav bi dehan mal û cihên kar.
11.07.2023, Sal - 10:19
Li Qersê û Agirî baran barî û lehî rabû
Nuçe Belav bike

Li navçeya Akyaka ya Qersê şevê din baraneke zêde bariya, kolan û rêyên nava bajêr tejî av bûn û lehî rabû.

Di lehiyê de av ket nav bi dehan mal û cihê kar ên xelkê navçeyê. Herwiha hinek beşên xeta trênê jî di bin avê de man.

Ji ber rabûna lehiyê di nav bajêr de çûn û hatina otomobîlan jî zehmet bû û hinek beşên rê hatin girtin.

Heta derengê şevê tîmên şaredariyê rêyên nav bajêr, mal û cihên kar ên tejî av bûbûn paqij kirin.

Di heman demê de li parêzgeha Agiriyê jî heta derengê şevê baran barî.

Li Agiriyê jî ji ber barîna zêde ya baranê, kolanên nav bajêr tejî av bûn û çûn û hatin zehmet bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 727 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:25