Li Qersê zilamekî hevjîn û bûrayê xwe kuşt

Li navçeya Selîmê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîn û bûrayê xwe kuşt.
12.06.2023, Pts - 08:09
Li Qersê zilamekî hevjîn û bûrayê xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan di navbera zilamê bi navê M.B. û hevjîna wî O.B. ya 28 salî ku li Stenbolê dijiyan nîqaş derket û M.B. li hevjîna xwe da û hevjîna wî mala xwe bi cî hişt û çû mala bavê xwe ya li gundê Eskigaziyê yê navçeya Selîmê.

M.B. roja 11ê Hezîranê bi armanca lihevhatinê ji Stenbolê çû mala xwezûrê xwe. Lê li wê derê jî di navbera her du hevjînan de dîsa nîqaş derket. Di encama nîqaşê de M.B. bi çifteyê destpêkê bûrayê xwe Z.Y. û piştre hevjîna xwe O.B. kuşt.

Termên Z.Y. û O.B. bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê hatin veguhestin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hêzên emnî ji bo desteserkirina M.B. dest bi xebatê kirin.

Hat zanîn 4 zarokên M.B. û O.B. hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:07