Li Qoserê mînîbusek wergeriya: 2 kesan canê xwe ji dest dan, 17 birîndar

Li navçeya Qoser a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku karkerên cotkariyê tê de bûn wergeriya. Li gorî agahiyên destpêkê yek jê zarok 2 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
23.07.2022, Cts - 10:02
Li Qoserê mînîbusek wergeriya: 2 kesan canê xwe ji dest dan, 17 birîndar
Nuçe Belav bike

Qeza danê sibê di demjimêr 05:00an de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin mînîbusa ku karkerên cotkariyê ji navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê dibire Qoserê qeza kir.

Tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku Furkan Kalemli (15) û Hasret Kuş (20) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên taybet ên navçeyê.

Hat diyarkirin ku Furkan Kalemli û Hasret Kuş ên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1075 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:42