Li Rihayê karsazek di otomobîla xwe de mirî hat dîtin

Li navçeya Karakopruyê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karsazê bi navê Sezaî Fevzî Kolsuzoglu di otomobîla xwe de mirî hat.
19.01.2024, Cum - 07:59
Li Rihayê karsazek di otomobîla xwe de mirî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Karakopruyê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karsazê bi navê Sezaî Fevzî Kolsuzoglu di otomobîla xwe de mirî hat.

Hat zanîn ku ew kes birayê Cîgirê Serokê rêxistina AK Partiyê yê heman navçeyê ye.

Gule li serê wî ketiye

Li gor agahiyan, li navçeya Karakopruyê ya Rihayê Sezaî Fevzî Kolsuzoglu di otomobîlê de mirî hatiye dîtin.

Lêkolînan destnîşan dikin ku Kolsuzoglu ji ber guleyeke ku li serê wî ketiye canê xwe ji dest daye.

Tîmên pêwendîdar termê Kolsuzoglu bi armanca otopsiyê veguhastiye Saziya Tiba Dadî.

Li aliyê din, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:54