Li Rihayê malbat bi çek, dar û keviran bi hev ketin: Birîndar hene

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbat bi dar, kevir û tifingan pev çûn.
30.01.2024, Sal - 14:08
Li Rihayê malbat bi çek, dar û keviran bi hev ketin: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di encama pevçûnê de, 2 kes bi çek û 3 kes jî bi keviran birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, Gul Korkmaz dixwest ji hevjînê xwe Oktay Korkmaz ku pismam wê ye veqete û demek bû ku bi malbata xwe re dijiya.

Oktay Korkmaz bi hinceta “axaftinê” çû mala bavê hevjîna xwe ya ku li Bêrecûka Rihayê ye.

Piştre di navbera wî û malbata hevjîna wî de nîqaş derket.

Malbata Oktay Korkmaz jî beşdarî nîqaşê bû û her du aliyan bi kevir, çov û tifingan êrişî hev kir.

Di encamê de, Gul Korkmaz û keça wê Çîgdem Korkmaz bi çekê birîndar bûn û Omer, Feyaz û Muslum Korkmaz jî ji ber keviran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Li gorî agahiyan, rewşa birîndaran baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:16