Li Rihayê 2 zarokên Sûrî di avê de xeniqîn

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 zarokên keç yên ji Sûriyê di nav avê de xeniqîn.
10.09.2022, Cts - 06:49
Li Rihayê 2 zarokên Sûrî di avê de xeniqîn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan şeva borî 9ê Îlona 2022ê li Taxa Hurriyetê a ser bi navçeya Kaniya Xezalan ve du zarokên Sûrî yên 8 û 11 salî ketin nav coka avê û tê de wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirûstiyê hatine cihê bûyerê û her du zarok ji nav avê hatine rizgarkirin. Lê ligel hemû midaxeleyan her du zarokan li Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan canê xwe ji dest dan.

Bi armanca pişkînîna pizîşkî termê herdû zarokan bo Saziya Edlî ya Pizîşkî hatin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:20