Li Rihayê 23 kes bi hinceta PKKê hatin girtin

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji 24 kesên ku hatibûn desteserkirin û hevserokên HDP û DBPê ji di nav de ne ji wan 23 kes bi hinceta PKKê hatin girtin.
31.03.2023, Cum - 05:45
Li Rihayê 23 kes bi hinceta PKKê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li parêzgeha Rihayê bi hinceta “propagandeya rêxistinê, alîkarî û beşdarkirina endaman bo rêxistinê” operasyonek pêk hat û 24 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî kar û barê yasayî ji wan 24 kesan 23 kes bi biryara dadgehê bi heman îdîayan hatin girtin û hevserokên navçeya Sirûcê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de ne.

Herwiha yek ji wan kesê desteserkirî jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Li parêzgeha Rihayê 27ê Adara 2023an bi hinceta PKKê operasyon hatibû kirin û di encam de 26 kes hatibûn desteserkirin lê 2 kes piştî îfadeya wan li Rêveberiya Emnî hatibûn berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:58:24