Li Rihayê 31 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di pişkînînên hêzên cendirme yên rê de 31 kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hebûn, hatin desteserkirin.
24.10.2022, Pts - 05:28
Li Rihayê 31 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di pişkînînên hêzên cendirme yên rê de 31 kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hebûn, hatin desteserkirin.

Li navçeyên Curnereş, Hewag, Wêranşar, Kaniya Xezalan û Karakopruyê yên Rihayê, hêzên cendirme li 14 xalên cuda li ser rê pişkînînên ewlehiyê kirin.

Di encama pişkînînan de 31 kesên ku bi hincetên cuda derbarê wan de pêştir biryara desteserkirinê hebû, hatin desteserkirin.

Herwiha di pişkînînan de ji 56 otombîlan re 57 hezar û 621 lîre ceza hat birîn û 19 otombîl ji trafîkê hatin astengkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:37