Li Rihayê bûyera trafîkê: 2 hevjînan canê xwe ji dest dan

Lı parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li otobuseke veguhestinê da û di encam de hevjînên di otomobîlê de canê xwe jidest dan
06.09.2022, Sal - 12:36
Li Rihayê bûyera trafîkê: 2 hevjînan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro 6ê Îlonê li ser rêya Riha-Mêrdînê otomobîla şofêrê wê Ahmet Erten li otobusekê da ku ji bo danîna rêwiyan li rawestgehê sekinibû.

Di bûyerê de Ahmet Erten ê 61 salî û hevjîna wî Şukran Erten a 60 salî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê û her du hevjîn ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akif Înan hatin veguhesetin.

Lê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê, her du hevjînan canê xwe ji dest dan.

Şofêrê otobusê ji bo wergirtina îfadeyê bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hat birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:25