Li Rihayê bûyera trafîkê: 3 mirî û 11 birîndar

Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê 3 otomobîl li hev qelibîn û di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
10.08.2023, Per - 06:02
Li Rihayê bûyera trafîkê: 3 mirî û 11 birîndar
Nuçe Belav bike

Bûyer, şevê din li ser rêya Siwêreg-Amedê çêbû.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, otomobîla bi şofêrtiya Murat Kaya (34), minîbûsa bi şofêrtiya Suleyman Ozcan (34) û otomobîleke din ku nasnameya şofêrê wê ne diyar e, li ser rêya Siwêreg-Amedê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de, Dogukan (27) û Recep Karaaslan (26) li cihê bûyerê û Murat Kaya jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê canê xwe ji dest da.

Birîndarên bi navên Suleyman (34), Haşiya (33), Mariye (16), Ahmet Ebrar (12), Rana (3), Hacera (39), Sara (10), Hawa (12), Hasiye (3), Belkiz (13) û Meryem Erma Ozcan (6) birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat zanîn ku kesên di minîbûsê ji bo şahiyê ji Sêrtê diçûn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:00