Li Rihayê bûyera trafîkê: 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn.
07.06.2022, Sal - 06:39
Li Rihayê bûyera trafîkê: 8 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Xelîliyê li çardewra Geliyê GAPê 4 otombîlan li hev dan. Di encama bûyerê de 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên li Rihayê hatin veguhestin.

Ji ber bûyerê demekê trafîk rawestiya û piştî rakirina otombîlan ji rê careke din hatûçoyê destpê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 554 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:31:14