Li Rihayê bûyera trafîkê; jinekê canê xwe ji dest da

Li navçeya Karakopruyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusekê li jinekê da û di encamê de jinikê canê xwe jidest da.
03.10.2022, Pts - 08:16
Li Rihayê bûyera trafîkê; jinekê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Roja Yekşembê li navçeya Karakopruyê mînîbusa şofêrê wê Î.B. li Emîne Çenberlî ya 63 salî da, ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Emîne Çenberlî ya bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hat veguhestin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Emîne Çenberlî canê xwe ji dest da.

Hat zanîn bûyer di demekê de çê bûye ku Emîne Çenberlî ji şîna mirovekî xwe vedigeriya malê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:44