Li Rihayê di navbera du malbatan da şer: 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatên ku mirovên hev in da şer derket û 8 kes birîndar bûn.
27.06.2023, Sal - 07:00
Li Rihayê di navbera du malbatan da şer: 8 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li Taxa Çerçiyê mirovên hev ku bi du otomobîlan diçûn cihekî ji ber ku rê nedane di navbera wan de pevçûn derket.

Di şerê malbatan de Ramazan, Bedîr, Denîz, Saadet, Fehîme û Çîgdem Îren, ji malbata din jî Ferdî û Hacî Îren birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê hatin veguhestin.

Di bûyerê de 2 otomobîlan zirar dît û cendirmeyan li taxê û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:08:02