Li Rihayê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê dijî otomobîlekê êrîşa bi çekan çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
30.12.2022, Cum - 14:50
Li Rihayê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan roja Înê 30ê Berfanbara 2022an li ser rêya Riha û Wêranşarê çend kesên nasnameya wan nayê zanîn bi çekan êrîşî otomobobîlekê kirine û li ser vê yekê otomobîl ji rê derketiye. Li cihê bûyerê şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest daye û 2 kesên di nav otomobîlê de ku yek ji wan zarokeke 9 salî ye jî birîndar bûne.

Her wiha her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.

Li gor zanyariyan ji bo desteserkirina kesên êrîşkar kar û xebat hatiye destpêkirin û derbarê sedema êrîşê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:06