Li Rihayê ji ber nexweşiya harbûnê karantîna hat ragihandin

Li navçeya Sêweregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku bi kûçikekî re nexweşiya harbûnê hat dîtin li Taxa Sumakliyê karantîna hat ragihandin.
21.06.2024, Cum - 10:27
Li Rihayê ji ber nexweşiya harbûnê karantîna hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ragihand ku li Sêweregê tîmên pêwendidar kuçikekî li kolanê bi gumana nexweşiya harbûnê pê re heye bir cihên ajelan.

Paşê wî kuçikî canê xwe ji dest daye.

Piştî pişkînînê derketiye ku ew kûçik bi nexweşiya harbûnê ketiye û ji ber vê yekê li Taxa Sumakliyê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Rêveberiya Tenduristiyê ya parêzgehê diyar kir ku proseya derzîkirina nexweşiya harbûnê ji bo kûçikan dane destpêkirin.

Herwiha 30ê Gulanê û 4ê Hezîrana îsal li 3 taxên navçeya Eyubiyê ya Rihayê jî bûyerên bi heman awayî çêbûbûn ku li kolanê kuçikan êrişî 2 kesan kiribûn.

Piştî bûyeran li 3 taxên navçeya Eyubiyeyê karantîna hatibû ragihandin û tabelaya hişyariyê hatibû daliqandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:23