Li Rihayê şerê cîranan: 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû cîranan de 14 kes birîndar bûn.
17.03.2023, Cum - 05:53
Li Rihayê şerê cîranan: 14 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 16ê Adara 2023an li taxa Guney ya girêdayî navçeya Sêweregê ji ber cihê parkkirinê yê otomobîlan di navbera dû cîranan de nîqaş derket.

Piştre endamên malbatên herdû cîranan jî hatin nav nîqaşê û şer destpêkir.

Di şer de herdû aliyan bi dar û keviran êrîşî hev kirin û di encam de 14 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê jî li taxê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 461 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:21