Li Rihayê termê pitikekê di nav gelaşê de hat dîtin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê pitikekê di konteynr gelaş de hat dîtin.
21.01.2023, Cts - 18:06
Li Rihayê termê pitikekê di nav gelaşê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan li ser rêya ji Rihayê diçe Akçakale nêzîkî girtîgeha kevin li kêleka rê di qotiyeke gelaş de welatiyan pitikeke di nav paçikan de pêçayî dîtine.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Di encama lêkolîna tîmên hatîn cihê bûyerê de zanîne ku pitik keça nû hatiye dinê bûye û canê xwe ji dest daye.

Ji bo lêkolînên otopsî termê wê pitikê bo Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hatiye birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:18