Li Rihayê termê zilamekî hat dîtin

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, termê zilamekî 21 salî hati dîtin.
28.10.2022, Cum - 08:06
Li Rihayê termê zilamekî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li Taxa Ayvanat a Siwêregê, welatiyekî di nav erdê xwe de termek dît û hêzên emnî agahdar kirin. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di lêkolînan de hat tespîtkirin, ku kesê mirî Ferhat Atmaca yê 21 salî ye û gule li serê wî ketiye. Termê F.A. ji bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin.

Hat ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:17