Li Roboskî çûna ser goran qedexe bu

Qeymeqamê Qilebanê di salvegera şeşemîn a qetlîama Roboskî de gazî malbatan kir û Rewşa Awarte û nizama raya giştî bi bîra wan anî û qala qedexeyan kir. Qeymeqam ji bo çûna ser goran astengî derxistin.
27.12.2017, Çar - 05:39
Li Roboskî çûna ser goran qedexe bu
Nuçe Belav bike

Qeymeqamê Qilebanê, di salvegera qetlîama Roboskiyê de gazî malbatên Roboskiyê kir û astengiya serdana goran ji bo wan derxist. Ji malbatên ku çûbûn qeymeqamiyê re hate gotin ku ji her malbatekê dê kesek tenê karibe serdana goristanê bike.

Li gor agahiyên ku malbatên Roboskiyê dane di civîna bi qeymeqam re de, fermandarê jendermeyan jî hebû. Qeymeqam gotiye ji ber ku wê "nizama raya giştî xera bibe" tenê ji her malbatê destûra kesekî bo serdana goristanê heye. Herwiha qeymeqam ji malbatan re gotiye em destûrê nadin kesên ku ji derve werin û em naxwazin ku kesek, sirûda biqêre.

Li hember vê hişyariya qeymeqam malbatên Roboskî şaşwaz man û diyar kirin ku ev yek nayê qebûl kirin. Gundiyan gotin: "Li gund dê çawa ‘nizama raya giştî xera bibe. Ma li gund trafîk heye, rêyên ku werin girtin hene? Ser û bin em ê gorên zarokên xwe ziyaret bikin. Aliyekî vê daxwazê ku were qebûl kirin tuneye."

Di 28ê Berfenbara 2011an de li gundê Roboskî yê Şirnexê 34 welatiyên ku 19 zarok jî di nav de bûn ji terefê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:32