Li Semsûrê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 3 kes bi îdîaya endamtiya PKKyê hatin girtin.
12.01.2024, Cum - 06:53
Li Semsûrê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 3 kes bi îdîaya endamtiya PKKyê hatin girtin.

Yek ji wan hevserokê berê yê rêxistina Semsûrê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e.

Bi biryara Dozgeriya Komarê ya Semsûrê, 8ê Kanûna Paşîna 2024an di encama operasyonekê de li parêzgeha Semsûrê 3 kes hatin desteserkirin.

Piştî du rojan bi îdîaya endamtiya PKKyê dadgehê biryara girtinê da.

Di hinceta biryara dadgehê de hatiye gotin ku di salên borî de li bajêr beşdarî merasîmên endamên PKKyê bûne, ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan beşdarî greva birçîbûnê bûne û piştgirî dane çalakiyên ji bo Kobaniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:54