Li ser 4 şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

Şaredarên navçeyên Bêgir, Elbak û Qelqeliyê yên Wanê û bajarokekî ser bi Qûbîna Êlihê li Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.
07.12.2019, Cts - 09:28
Li ser 4 şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn
Nuçe Belav bike

Danîna qeyûman li ser şaredariyên bajarên Kurdan berdewam e. Şaredarên navçeyên Bêgir, Elbak û Qelqeliyê yên Wanê û bajarokê Îkîkopru li navçeya Qûbîna Êlihê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeymeqamên wan navçeyan weke qeyûm hatin danîn.

Di operasyoneke hêzên Tirkiyê de hevaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Amaç, hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar hatibûn desteserkirin.

Hatibû ragihandin, ew kes di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdizgariya Komarî ya Wanê di derheqê wan de destpê kiribû, hatine desteserkirin.

Pêştir hevserokên 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûne girtin û hikûmeta Tirkiyê qeyûm li ser wan şaredariyan danîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 807 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:16