Li ser sînorê Diyarbekir-Rihayê agir bi daristanê ket

Li Daristana Qerejdaxê ya di nav sînorên Sîwerek, Wêranşar û Diyarbekir û Rihayê de şewat derket.
08.08.2023, Sal - 08:22
Li ser sînorê Diyarbekir-Rihayê agir bi daristanê ket
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, şewata li daristanê ji ber bandora ba, di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû.

Tîma agirkuj ji Siwêrek, Wêranşar û Diyarbekirê bo kontrola agir ber bi herêmê ve hatin şandin.

Hat zanîn, ji ber ku şewat li qadeke fireh belav bûye û erd bi kevir e, destêwerdana ji bo kontrolkirina şewatê zehmet bûye.

Gelê herêmê jî ji bo vemirandina şewatê destekê dide tîmên agirkujiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:07