Li Sêrtê hilberîna fisteqan di 20 salan de 10 qat zêde bû

Li bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hilberîna fistiqan di 20 salan da 10 qat zêde bû.
03.09.2022, Cts - 16:14
Li Sêrtê hilberîna fisteqan di 20 salan de 10 qat zêde bû
Nuçe Belav bike

Tîma Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Sêrtê ku ji 20 kesan pêk tê beriya bê komkirin li baxçeyên fistiqan xebatên texmîna rekolteyê kirin.

Di çarçoveya projeya Wezareta Pişesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de Yekîtiya Hinardekarên Fisteqên Sêrtê, li Herêma Pişesaziya Sêrtê, Tesîsa Entegrekirina Fisteqên Sertê ava kiribûn.

Bi projeyên 20 sal berê hatin destpêkirin li Sêrtê hilberîna qadên fistiqan derket 400 hezar donimî.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê ya Sêrtê Ergun Demirhan diyar kir fistiqê Sêrtê ji bo aboriya wî bajarê Bakurê Kurdistanê gelek girîng e.

Demirhan destnîşan kir di sala 2002yan de qadên fistiqê 40 hezar donim bû û bi saya alîkariyan ew derket 400 hezar donim û wiha axivî, "Li gorî daneyên 2021ê rekolteya fistiqê Sêrtê 26 hezar û 500 ton bû."

Ergun Demirhan diyar kir heger şert û mercên avdanê bên başkirin dê ev 3-4 qat zêde bibe û got ku di salên pêş da em dixwazin hilberîna fistiqên Sêrtê ji 100 hezar tonî derbas bibe.

Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji %97 fisteqan li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Riha, Dîlok, Sêrt, Semsûr, Mêrdîn û Mereşê tên berhemanîn.

Di berhemanîna fisteqan de parêzgeha Rihayê bi rêjeya %38 di rêza yekem de cih digre û Dîlok bi rêjeya %31 di rêza duyem û Sêrt bi rêjeya %15 di rêza sêyem de cih digre.

Kargeha Fstiqên Sêrtê di sala 2017an de di çarçoveya projeyeke Yekîtiya Ewropayê de hatiye avakirin. Fistiqên herêmê li kargeha modern û paqij di gelek qonaxan re derbas dibin û hem li bazara hundir û hem jî li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê têne firotin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:45