Li Sêrtê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn.
08.08.2024, Per - 10:06
Li Sêrtê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Şeva borî li ser rêya Sêrt û Hewêlê otomobîla ku A.C. diajot û otomobîla ku M.D.Y. diajot li hev qelibîn.

Di vê qezayê de ajokarên her du otomobîlan û kesên bi navên navên P.E. û M.S.K. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê buyerê û wan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewêlê.

M.S.K. tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku birîndarên din piştî midaxaleya li nexweşxaneya Hewêlê veguhastine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:10:21