Li Sêwasê minîbus wergeriya: 13 kes birîndar bûn
Li navçeya Gurunê ya Sêwazê minîbusek wergeriya û di encama bûyerê de 13 kes birîndar bûn.
12.06.2023, Pts - 03:10
Minîbusa ku şofêrê wê F.T. û plaqeya wê 34 ADD 138 e li ser rêya Kangal-Gurunê li nêzîkî gundê Konakpinarê wergeriya.
Di bûyerê de şofêr û 12 kesên di minîbû de birîndar bûn.
Cendirme, ekîbên tenduristiyê û AFADê çûn cihê bûyerê.
Birîndar bo nexweşxaneyên Kangal û Gurunê hatin veguhestin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 589 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:23:31