A.Ş.ya dayîk dema çû malê, kurê xwe Umutcan Şîmşekê 22 salî û keça xwe Melîsa Şîmşeka 16 salî di nav xwînê de dîtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di lêkolîna tîmên tenduristiyê û polîsan de hat tesbîtkirin ku qirikên Umutcan Şîmşek û Melîsa Şîmşekê bi kêrê hatine birîn û wan canê xwe ji dest daye.
Birêvebirê Ewlehiyê yê Sêwazê Burhan Akçay jî çû cihê bûyerê û agahî wergirtin.
Lêkolîna tîmên polîsan a li cihê bûyerê didome.