Li Şirnexê di çalakiya jinan de 21 kes hatin desteserkirin

Rêxistinên jinan ên HEDEPê kom bûn û xwestin daxuyaniyekê bidin lê polîsan midaxele kir û 21 kes hatin desteserkirin.
25.11.2023, Cts - 19:42
Li Şirnexê di çalakiya jinan de 21 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li Meydana Omer Kabakê ya taxa Yeşilyurtê ya Şirnexê ji bo Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan, rêxistinên jinan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) xwestin xwepêşandanekê bikin û daxuyaniyekê bidin.

Parlementera HEDEPê Newroz Uysal Aslan jî di nav xwepêşandanan de bû.

Polîsan bi hinceta ku ji parêzgariyê destûra çalakiyê nehatiye wergirtin midaxeleyî çalakiyê kir û 21 kes desteser kirin.

Tê gotin ku ji kesên hatin desteserkirin 20 jin in û yek jî rojnamegerekî mêr e.

Polîsan kesên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê birin Navenda Ewlehiyê ya bajêr.

Di nava kesên ku hatin desteserkirin de serok û rêveberên rêxistinên jinan ên HEDEP, HDPê, DBPê û TJAyê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 744 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:51