Li Şirnexê 10 leşker birîndar bûn
Li bajarokê Qesirkê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 10 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.
31.10.2024, Per - 10:14
Li bajarokê Qesirkê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 10 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, duh êvarî li ser rêya berê ya Cizîr-Şirnexê li bajarokê Qesirkê, wesayîteke leşkerên artêşa Tirkiyeyê wergeriya.
Di qezayê de 10 leşker birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û her 10 leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Cizîr û Şirnexê.
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:47:57