Li Şirnexê 76 xwendekarên keç bi jehrî ketin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di beşê navxwe yê keçan ê zanîngehê de 76 xwendekar bi jehrî ketin û şeva xwe li nexweşxaneyê derbas kirin.
05.11.2022, Cts - 11:59
Li Şirnexê 76 xwendekarên keç bi jehrî ketin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan şeva borî 4ê Mijdara 2022ê li beşê navxwe yê keçan ê di nav kampusa Zanîngeha Mehmet Emîn Acar a Şirnexê de 76 xwendekarên keç ji ber dermankirina aşpêjxaneya beşê navxwe bi jehrî ketine.

Xwendekarên ku ji ber bandora derman bi jehrî ketin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin rakirin û şeva xwe li nexweşxaneyê derbas kirin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya wan xwendekaran baş e û li nexweşxaneyê tên derman kirin. Li aliyê din Parêzgariya Şirnexê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje Serdozgeriya Komarî dê derbarê berpirsên bûyerê de lêkolînê bide destpêkirin.

Di van demên dawî de li beşên navxwe yên dibistan û zanîngehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûyerên bi jehrîketina ji ber xwarina xirab û çend sedemên din ên wiha zêde dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:10:59