Li Şirnexê bûyera trafîkê: 1 mirî û 12 birîndar hene

Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve otobûseke girêdayî Kompanya Can Diyarbakir û otomobîlekê li hev dan û li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.
26.07.2022, Sal - 13:06
Li Şirnexê bûyera trafîkê: 1 mirî û 12 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve otobûseke girêdayî Kompanya Can Diyarbakir û otomobîlekê li hev dan û li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Îro Sêşembê 26ê Temûza 2022ê li nêzîkê gundê Telsikan ê ser bi navçeya Hezex a Şirnexê ve otobûseke veguhestina rêwiyan a Kompanya Can Diyarbakir û otomobîlekê li hev qelibîn.

Di bûyerê de jinek bi navê Merve Batmaz canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, Merve Batmaz li gundê Delavê Qesrê ya ser bi Hezexê ve Cîgira Rêveberiya Dibistana Navîn a Mevlanayê bûye.

Tînên tendirustî û hawarçûnê 12 birîndarên wê bûyerê ku şofêrê otobûsê jî di nav de ye, bo nexweşxaneyên Hezexê veguhestine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:30