Li Şirnexê bûyera trafîkê: 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, kamyoneteke ku ajel lê barkirî bûn, ji paş ve li pîkapekê xist û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
31.08.2023, Per - 05:46
Li Şirnexê bûyera trafîkê: 5 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Pîkapa bi plaqeya 01 AAV 964 ya B.Î. diajot, li devera kanên komirê ji kontrolê derket û wergeriya.

Welatiyên ku qeza dîtin bi mebesta alîkariyê çûn ba pîkapê. Di wê navberê de kamyoneta ku B.O. diajot li pîkapa qulibî da.

Welatiyên ku dîtin kamyonet bi ser wan de tê, ber bi derdorê ve reviyan.

Di qezayê de tevî ajokaran 3 kesên di nava herdu wesayitan de jî birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:58:17