Parêzgariya Şirnexê ragihand, dorûbera Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar, Besta û Feraşînê heta 15 rojan wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.
Parêzgariya diyar kir jî, ji bo parastina mal û canê welatiyan, çûnûhatin li wan navçeyan hatiye qedexekirin.
Ji aliyekî din ve Parêzgeha Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, her cure çalakiyên wek xwenîşandan, meş, civînên girseyî û civînên rojnamevanî heta heft rojan hatine qedexekirin.
Berî niha jî parêzgehên Dêrsim, Çêwlik û Diyarbekirê her cure çalakî û xwenîşandanan qedexe kiribûn.
Ev biryar di demekê de tên girtin, Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çep a Kesk ev çend roj in li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanan dikin.