Li Şirnexê çûnûhatina gelek deveran heta hilbijartinê hate qedexekirin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Feraşîn, Çiyayê Tenîn û hinek herêmên din ji bo 15 rojan wek “herêma ewlehiyê ya taybet” hatin ragihandin û çûnûhatina wan deveran hat qedexekirin.
01.05.2023, Pts - 06:03
Li Şirnexê çûnûhatina gelek deveran heta hilbijartinê hate qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku çend herêmên cuda yên parêzgehê ji bo 15 rojan wek "herêma ewlehiyê ya taybet” hatine diyarkirin û bi roj û şev çûnûhatina wan devaran hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê dibêje, “Bi armanca rêgirîkirin li bûyerên tundûtûjiyê û rewşên nerênî û dabînkirina ewlehiya neteweyî, ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdî ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê û herêma Besta, Çiya Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiya Zêr, herêma gundê Dol, Tenîn û herêma Kato di navbera 1-15ê Gulanê de bo 15 rojan `herêma ewlehiya demkî` hatiye ragihandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku bi şev û roj çûn û hatina welatiyan bo wan herêman ji bo ewlehiya can û milkê wan metirsî ye û koordînatên (nexşe) wan herêman li ser malpera parêzgariyê hatine ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:46