Li Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin!

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 4 herêm di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de 15 rojan hatin qedexekirin.
25.05.2024, Cts - 10:14
Li Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin!
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Şirnexê biryara qedexeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, 15 rojan qedexe ye ku xelk here çiyayên Gabar, Cûdî, Zêrînê û Dolê yên Şirnex û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku qedexe sibe (15ê Gulanê) dest pê dike û dê heta 8ê Hezîranê berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê îdia kir ku qedexe bi armanca “parastina ewlehiyê neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê hişyarî da xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin wan herêmên qedexekirî.

Li hêla din, Parêzgariya Şirnexê berê jî ew herêm qedexe kiribûn û wê qedexeyê jî 15 rojan ajotibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 812 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:52