Li Şirnexê tevaya çalakiyên sivîl hatin qedexekirin

Parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê biryara qedexekirina xwenîşandanan û hemî çalakiyên din li navenda parêzgehê û tevaya bajarkên îdareya Şirnexê ragehand, herwesa 14 dever jî wekî “deverên demkî yên ewlehiyê” diyar kirin.
14.08.2024, Çar - 15:22
Li Şirnexê tevaya çalakiyên sivîl hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgeha Şirnexê ragehand, “Ji bo dema sê rojan xwnîşandan û hemî çalakiyên din li Şirnexê û tevaya bajarkên îdareya Şirnexê hatine qedexekirin, herwesa hatina xelkî ji derveyê bajaran bo navendên bajaran jî rêpêdayî nîne û rêkarên qanûnî li beranber tên bicihanîn.”

Parêzgeha Şirnexê herwesa ragehandiye, “14 deverên Şirnexê wekî deverên demkî yên ewlehiyê hatine destnîşankirin û ji bo dema 15 rojan geşt û hatin û çûn lê qedexe ne, ku deverên Gabar, Cûdî, Besta, zozanên Feraşînê û piraniya deverên çiyayî yên Şirnexê vedigire.”

Parêzgeha navbirî sedema derxistina wan biryaran jî ji bo parastina selametiya welatiyan û kontirolkirina rewşa ewlehî û seqamgiriya deverê vegerand, ji ber bicihanîna operasyonên serbazî.

Pêştir jî li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê biryara qedexeya xwenîşandanan û hemî çalakiyên sivîl ji bo dema sê rojan hatibû derxistin, li gel diyarkirina devera ewlehiyê li çend deverên wê parêzgehê.

Herwesa hatibû ragehandina ku ji bo çi kesekî nîne bê destûrî biçe deverên qedexekirî. Li dû wê biryarê, sibe (Pêncşem, 15.08.2024) seet 09:30ê ew qedexe bidawî tê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:49