Li Şirnexê xwepêşandan, meş û civînên li derve hatin qedexekirin

Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê Silopiya û Cizîrê 5 rojan xwepêşandan, meş û civînên li derve hatin qedexekirin.
27.07.2024, Cts - 11:01
Li Şirnexê xwepêşandan, meş û civînên li derve hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Walîtiya Şirnexê ragihand ku li navenda bajêr û navçeyên Silopiya û Cizîrê ji bo 5 rojan çalakî, meş û civînên li derve hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat ragihandin ku ji bilî çalakiyên ku Walîtî û qeymeqamtî guncav bibînin, bernameyên ku ji aliyê sazî û rêxistinên cemaweriyê ve tên lidarxistin, cejnên fermî û pêşbirkên werzîşê di navbera 27-31ê Tîrmehê de hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Her cure civînên vekirî û meşên xwepêşandanê yên ku di çarçoveya armancên diyarkirî de bêne lidarxistin, merasîmên pêşwazîkirin û xatirxwestinê yên girseyî, daxuyaniyên çapemeniyê yên sazî û rêxistinên li derveyî avahiyên xwe, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina konan, kampanya îmzeyan, vekirina standan, merasîmên cenazeyên girseyî, çalakiyên wekî merasîmên bîranînê, festîval, konser, şahî, her cure çalakiyên dengî û dîtbarî yên ku bi amûrên weşana dengan têne kirin, her cûre çalakiyên hewayî yên wekî fîşekên hewayî, firînên balonan, dron, çalakiyên wekî belavkirina belavok, broşur, daliqandina poster û pankartan, di nava  parêzgehê de û sînorê navçeyên Cizîr û Silopiyayê, heta 5 rojan qedexe ye."

 

Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:56:00