Li Siwêregê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.
22.04.2023, Cts - 19:00
Li Siwêregê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan îro Şemiyê 22ê Nîsana 2023an di roja duyem a Cejna Remezanê de li ser rêya di navbera Siwêreg û Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di encamê de kesekî bi navê Şiyar Bakan ê 25 salî canê xwe ji dest daye û Mehmet K. yê 25 salî, Zeliha K. ya 27 salî û Alî S. yê 25 salî birîndar bûne.

Li ser agadarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin, birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêreg hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku rewşa tendirustiyê ya her sê birîndaran baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 711 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:23:48