Li Siwêregê di bûyereke trafîkê de kesek mir û 4 kes birîndar bûn

Li naçveya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
18.07.2023, Sal - 07:35
Li Siwêregê di bûyereke trafîkê de kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, roja 17ê Temuza 2023an li ser rêya di navbera Siwêregê û Semsûrê de otomobîlek ku Mustafa Îren şofêriya wê dikir û otomobîlek ku Mîzbah Beşkat şofêrî dikir li hev qelibîn.

Di bûyerê de her du şofêr, herwiha welatiyên bi navên Sînan Îren, Halîme Beşkat û Ayşe ÇelÎk birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, Berevaniya Şaristanî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên hawarçûnê birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê. Lê tevî hemû hewildanên pizîşkî, yek ji şofêran, Mustafa Îren li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku rewşa tendirustiya Ayşe Çlik jî xirab e û birînên wê giran in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:17