Li Siwêregê şer: Kesek hat kuştin

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh bi şev di şerê du aliyan de kesek hat kuştin.
23.01.2023, Pts - 05:46
Li Siwêregê şer: Kesek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li Sûka Demirciyan a li Kuçeya Şeytan a Siwêregê, doh bi şev 22ê Çileya 2023ê ji ber sedemeke nehat zanîn du aliyan bi çek êrîşî hev kirin.

Di encamê de kesek bi navê Nevzat C. yê 37 salî bi guleyan birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Nevzat C. ku di bûyerê de bi gule birîndar bûbû, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Termê Nevzat C. ji bo karûbarên otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat rakirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:08