Li Wanê bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.
20.11.2023, Pts - 08:40
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 13-19ê Çiriya Paşînê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon” hatin kirin.
Li Wanê di “operasyonên cuda” de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:16