Li Wanê bi hinceta PKKyê 9 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.
05.02.2024, Pts - 09:41
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 29ê Kanûna Paşînê û 4ê Sibata 2024an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.
Li Wanê di navbera 29ê Kanûna Paşînê û 4ê Sibata 2024an de di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:15