Li Wanê ji ber berfê dibistan asêbûn

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde, dibistan ji bo rojekê hatin girtin.
24.11.2017, Cum - 07:40
Li Wanê ji ber berfê dibistan asêbûn
Nuçe Belav bike

Ji şevê din ve li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê berf bê navber dibare û ev yek jî bûye sedem, ku hatin û çûna nava bajêr û her wiha di navbera gundan de zehmet bibe. Li navenda bajêr 20 santîm berf bariye.

Waliyê Wanê ragihand, ku ji ber barîna berfa zêde, li navçeyên Tûşba, Edremît û Îpekyolu yên navendê, dibistan ji bo rojekê hatine girtin.

Ji aliyekî din ve rêkên bi dehan gundên wî bajarî jî hatine girtin û piraniya otomobîlên xelkê jî di bin berfê de mane.

Her wiha tîmên şaredariyê yên paqijkirina rêkan jî ketine liv û tevgerê da ku wan rêkên ku hatine girtin vebikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:35