Li Wanê 2 siyasetmedarên HDP'ê hatin binçavkirin

Li navçeya Erdîş a Wanê, hêzên asayîşê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Wanê avêtin ser hin malan.
19.10.2022, Çar - 09:43
Li Wanê 2 siyasetmedarên HDP'ê hatin binçavkirin
Nuçe Belav bike

Hat zanîn, Hevseroka Rêxistina Erdîşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Fatma Serhatli û endamê HDPê Îdrîs Îşleyen hatin binçavkirin.

Sedema desteserkirina siyasetmedaran nehat ragihandin.

Ji 2015an ve, ji 15 hezaran zêdetir siyasetmedarên HDPê hatine girtin û zindanîkirin.

Li gorî rayedarên HDPê, binçavkirin û girina siyasetmedaran ne hiqûqî ye û ew bi biryarên siyasî têne girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:32