Li Wanê 232 koçber hatin desteserkirin

Li navçeyên Qerqelî û Mehmudiye yên ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 232 koçber hatin desteserkirin.
25.02.2023, Cts - 07:19
Li Wanê 232 koçber hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya ku roja Înê 24ê Sibata 2023an ji aliyê parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlakariyê li Wanê ji bo rûbirûbûna qaçaxiya koçberan dest bi karûxebatan kirine.

Parêzgariya navborî ragihandiye hêzên ewlakriyê di çarçoveya wan xebatan de di 23 û 24ê Sibata 2023an de li navçeyên Qerqelî û Mehmudiye yên Wanê çend operasyon pêk anîn.

Hat ragihandin ku di wan operasyonan de 232 koçberên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Wanê bibin hatine desteserkirin.

Koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî bo Navenda Vegerandina Koçberan a Wanê hatin şandin.

Di dîmenên ku hatine belavkirin de hejmareke zêde ya koçberan di nav berfê de dane peyv ku dixwestin bi qaçaxî derbas bibin.

Derbarê nasnameya wan koçberan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:12