Li Wanê 3 muxtar hatin desteserkiri

navçeya Ebexê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh 2ê Mijdarê ji ber sedemeke nehat zanîn 3 muxtar hatin desteserkirin.
03.11.2022, Per - 12:32
Li Wanê 3 muxtar hatin desteserkiri
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li navçeya Ebexê ya Wanê, hêzên cendirme bi ser malên muxtarên gundên Navrê, Şêx Romî û Gomikê de girtine û ew desteser kirine.

Hat zanîn ku her sê muxtar bo navenda Wanê hatine veguhestin.

Derbarê desteserkirina 3 muxtaran de heta niha ji aliyên saziyên fermî ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Herwiha heta niha sedema desteserkirina wan muxtaran nehatiye eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:42