Li Wanê 9 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “PKK”ê 5 kes û bi hinceta “Cemaeta Gulen” 4 kes hatin desteserkirin.
26.09.2022, Pts - 10:47
Li Wanê 9 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand ku li wê parêzgehê di navbera 19 û 25ê Îlonê de di operasyonên cuda de bi hinceta “PKK”ê 5 kes û bi hinceta “Cemaeta Gulen” jî 4 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê dibêje, derbarê wan 9 kesan de karûbarên yasayî hatine kirin, lê diyar nekiriye ku ew kes piştî desteserkirinê hatine girtin an hatine berdan.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û kesên siyasetmedar desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:15